Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 129 hezar û 715 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 670 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 623 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 112 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 201 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 317 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 531 hezar û 456e.
Her weha 26 hezar û 797 kes mirine. 2 mîlyon û 440 hezar û 706 kes jî baş bûne.(RT/AY)