Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeya Netewî hûrgiliyên pêvajoya perwerdeya rû bi rû bi civîneke çapemeniyê aşkere kiriye. Selçûkî gotiye ku ew dersdarên perwerdeya rû bi rû bidin wê werin derzîkirin.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomarî gotibû ku wê ji 15ê Sibatê û pê de hemû dibistanên gundan û ji 1ê Adarê û pê de jî xwendekarên pola 8an û 12an û dibistanên seretayî û yên perwerdeya taybet wê dest bi perwerdeya rû bi rû bikin.
Selçûkî gotiye ku dersdarên perwerdeya rû bi rû bidin wê di nava meha Sibatê de werin derzîkirin.
Wezîr Selçûkî wiha dewam kiriye:
“Mîna heyama derbas bûyî wê dê û bav biryarê biin bê ka wê xwendekar biçe dibistanê yan na.
"Ezmûnên mayî yên heyema yekemîn ya xwendekarên lîseyê di nav meha Adarê da li gor planê wê rû bi rû bên kirin.
"Di 1ê Adarê roja duşemê da wê dibistanên seretayî ji bona hemû polan bên vekirin. Xwendekarên me wê di hefteyê da 2 rojan bikevin dersan.
"Di 1ê Adarê da ji bona xwendekarên perwerdeya taybet dibînin wê hemû pol û dibistanên perwerdeya taybet dest bi perwerdeyê bikin."
(AO/FD)