Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 141 hezar û 703 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 719 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 636 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 124 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 16 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 615 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 485 hezar û 182e.
Her weha 26 hezar û 117 kes mirine. 2 mîlyon û 370 hezar û 431 kes jî baş bûne.(EKN/AY)