Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 173 hezar û 210 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 279 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 670 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 129 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 902 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 751 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 457 hezar û 118e.
Her weha 25 hezar û 605 kes mirine. 2 mîlyon û 350 hezar û 216 kes jî baş bûne.(EKN/AY)