Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 165 hezar û 109 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 289 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 743 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 153 kes bi nexweşiyê mirine. 6 hezar û 113 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 74 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 412 hezar û 505e.
Her weha 24 hezar û 640 kes mirine. 2 mîlyon û 290 hezar û 32 kes jî baş bûne.(EKN/AY)