Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 151 hezar û 342 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 862 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 749 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 164 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 905 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 183 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 392 hezar û 963e.
Her weha 24 hezar û 161 kes mirine. 2 mîlyon û 270 hezar û 769 kes jî baş bûne.(EKN/AY)