Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pêvajoya belavkirina derziyên Covid-19ê ya li Tirkiyeyê diyar bûye. Derziyên Sinovacê di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de anîbûn Tirkiyeyê ku li Çînê hatine çêkirin.
3 milyon derziyên CoronaVacê li Depoya Vaksînan û Dermanan a Midûriyeta Giştî ya Tenduristiya Gelî ya Wezareta Tenduristiyê tên parastin. Ji derziyan hin nimûne hatine wergirtin û lêkolîna wan li laboratuarên Saziya Dermanan û Kelûpelên Tibî ya Tirkiyeyê tê kirin.
Piştî ku lêkolîna wan bi erênî encam bibe, wê “Destûra Bikaranîna Lezgîn” bidin derziyan û wê bi wesayîtên taybet ên Wezareta Tenduristiyê li bajaran belav bikin.
Divê sepanê daxin telefonên xwe
Kesên ku bixwazin derziyê li xwe bidin divê sepana bi navê “Aşıla” (Derziyê li xwe bide) daxin telefonên xwe yên mobile. Beriya derzîlêdanê wê li sepanê were kontrolkirin bê ka ji bo derzîlêdanê ew kes guncav e yan na. (TP/FD)