Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 138 hezar û 941 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 877 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 515 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 193 kes bi nexweşiyê mirine. 10 hezar û 102 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 612 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 241 hezar û 912e.
Her weha 21 hezar û 488 kes mirine. 2 mîlyon û 136 hezar û 534 kes jî baş bûne.(RT/AY)