Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Navxweyî derbarê salonên sînemayê de ji 81 walîtiyan re giştname şandiye.
Bi giştnameyê çalaki û bernameyên salonên sînemayê ji ber pandemiyê heta 31 Kanûna Pêşiyê hatibûn rawestandin. Ev biryar heta 1ê Adara 2021an hatiye dirêjkirin.
Li Tirkiyeyê Di çarçoveya tedbîrên Covîd-19ê de di 16ê Adarê de nêzîkî 2 hezar 400 salonên sînemayê û salonên şanoyê hatibû girtin. Hinek ji van salonan di 1ê Tîrmehê de derê xwe vekiribûn. 15-20 salonên sînemayê bi nîşandana fîlmên ku di meha Adarê de di nîvî de mabûn dest bi çalakiyên xwe kiribûn. Di meha Tebaxê de hinek salonên din dest bi kar kiribûn.
Di 17ê Çiriya Paşiyê de bi stendina tedbîrên nû ve salonên sînemayê heta dawîya salê hatibû girtin.
Her weha Wezareta Navxweyî di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek belav kiriye û gotiye, kesên ku tedbîran pêkneyînin wê li gorî xalên peywendîdar yên Qanûnên Hifzissihha ya Ûmûmî bên cezakirin.(AS/AY)