Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 184 hezar û 415 kesan hatine kirin û di encamê de testa 15 hezar û 692 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 612 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 254 kes bi nexweşiyê mirine. 20 hezar û 192 nexweş baş bûne û rewşa 4 hezar û 98 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 194 hezar û 272e.
Her weha 20 hezar û 642 kes mirine. 2 mîlyon û 78 hezar û 629 kes jî baş bûne.(EKN/AY)