Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) li piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî daye.
Erdogan bi boneya 100emîn salvegera qebûlkirina Sirûda İstiqlalê axiviye û derbarê mijarên weke ewlekarîya sîberî, polîtîkayên çandinîyê, biryara DMMEyê ya ji bo Selehattîn Demîrtaşî û vaksîna koronayê de daxuyanî daye.
Serokomar Erdogan di daxuyaniyê de tekezî li wê yekê kiriye ku Sirûda Îstiqlalê doza hezar salane ya medeniyetê di dilê me de neqişandiye û gotiye, "Dema em vê nirxê jibîr bikin, hingî tê wê wateyê ku prangaya esaretê li lingê me ketiye."
Erdogan weha gotiye, "Yên ku alayê weke paçikekî, ezanê weke xirexira hoparlorê, axê weke komêza kevir û qûmê, welat weke nirxeke bê wate, şehadetê weke mirineke asayî dibînin, ne mumkun e wateya Sirûda Îstiqlalê fam bikin. Nûnerên îroyîn ên mandakaran îxanetên wisa dikin ku li pey hawaya hêzên derekî digerin û parastvaniya terorê dikin, ev tê wê wateyê ku pêdivê em hê bêtir li Sirûda Îstiqlalê xwedî derkevin."
Serokomar Erdogan weha pêde çûye, "Ji Welatê Şîn heta fezaya sîberê di her qadê de emê xwedî li mafên xwe yên serweriyê derkevin. Emê çalakiyên wê yên asta yekema ku salên 2020-2023yê dixwe de digire, pêkbînin û binesaziya dijîtalî ya welatê xwe li hember êrîşên sîberî qewîn bikin.
Herweha Erdogan derbarê biryara DMMEyê ya ji bo Demîrtaşî de gotiye, “Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê(DMME) di biryara ku di dozekî derbarê welatê me de daye cotstandartî kiriye û nakokî di navbera biryara derbarê Selahattîn Demîrtaşî de û biryara heman dadgehê ya derbarê welatên weke Îspanya û Îtalyayê de heye.”
Serokomar Erdogan bal kişandiye ser vaksîna cureya nû ya vîrusa koronayê (Covîd-19) û diyar kiriye "Em çaverê ne partên yekem ên vaksîna ku me ji Çînê sipariş daye, beriya sersalê radestî welatê me bê kirin."
Erdoganî di daxuyaniyê de aşkere kiriye û gotiye, “Em qedexeyên ji bo Covîd-19ê bi baldarî dişopînin. Ez ji welatiyan dixwazim bi awayekî rêk û pêk bila tedbîran pêkbînin. Me dît ku pêşkevtinên di vî warî de hêviyê dide. Di vê çarçoveyê de em perwerdeya ji dûr ve heta 15ê Sibata 2021an dirêj dikin.”(EKN/AY)