Fotograf: TTB
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB) bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku heta niha 302 xebatkarên tenduristiyê, bi Covid-19ê mirine.
Xebatkar herî pir li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê mirine. 274 ji wan mêr, 28 jin bûne.
Herî dawî di 28ê Kanûna Pêşiyê de 5 xebatkarên tenduristiyê miribûn. TTByê diyar kiribû ku li Denizliyê Dr. Hakan Turkoglû, pisporê tenduristiya gelî, li Trabzon Akçaabatê Hakki Durna, karmendê li Serwîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Haçkali Baba kar dikir, li Mêrsînê Ramazan Ak, teknîsyenê cerrahî yê li nexweşxaneyek taybet kar dikir, li Edeneyê Omer Gurkan, dermanfiroş, li Bûrsayê Dr. Yavuz Dûrmûş bi Covid-19ê can dane.
TTByê gotiye “Her roja ku diçe, her deqîqeya derbas dibe, em dimirin, hûn nikarin birêve bibin”. (TP/FD)