Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 180 hezar û 892 kesan hatine kirin û di encamê de testa 15 hezar û 197 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 816 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 257 kes bi nexweşiyê mirine. 22 hezar û 203 nexweş baş bûne û rewşa 4 hezar û 251 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 162 hezar û 775e.
Her weha 20 hezar û 135 kes mirine. 2 mîlyon û 37 hezar û 433 kes jî baş bûne.(EKN/AY)