Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê aşkere kiriye ku ji ber mutasyon di koronavîrusê de çêbûye wan geştên asmanî yên ji Ingilîztan, Danîmarka, Hollanda û Komara Afrîkaya Başûr ên ber bi Tirkiyeyê ve ji bo demekê qedexe kirine.
Kocayî ev biryar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandiye.
“Kesên ku di rê de ne wê bikevin karantînayê”
Kocayî her weha gotiye ku ew kesên di rê de ne wê testa wan were kirin û rêzikên karantînekirinê ji bo wan werin pêkanîn.
Di vê navberê de Fransa, Belçîka, Almanya, Îrlanda, Awistirya, Îtalya, Bûlgaristan, Çekya, Romanya, Swêd, Estonya, Lîtvanya, Letonya, Keneda, Kûweyt, Erebistana Sîûdiyê, El Salvador û Hollandayê jî biryar girtine ku geştên ji Ingilistanê qedexe bikin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî aşkeri kiribû ku wan cureyekî din ê koronavîrusê yê mutasyon derbas kiriye, tespit kiriye. Rêxistinê diyar kiribû ku ji bilî Ingilistanê wan li Hollanda, Danîmarka û Awistiryayê jî ev vîrus dîtiye. (TP/FD)