Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 206 hezar û 102 kesan hatine kirin û di encamê de testa 27 hezar û 515 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 4 hezar û 209 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 243 kes bi nexweşiyê mirine. 30 hezar û 494 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 803 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan mîlyon û 955 hezar û 680e.
Her weha 17 hezar û 364 kes mirine. Mîlyon û 721 hezar û 607 kes jî baş bûne. (EKN/AY)