Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 205 hezar û 397 kesan hatine kirin û di encamê de testa 29 hezar û 718 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 4 hezar û 893 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 240 kes bi nexweşiyê mirine. 29 hezar û 922 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 960 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan mîlyon û 928 hezar û 165e.
Her weha 17 hezar û 121 kes mirine. Mîlyon û 691 hezar û 113 kes jî baş bûne. (EKN/AY)