* Fotograf: Erhan Elaldı - İstanbul / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye û gotiye, di navbera 7 û 14ê Kanûna Pêşiyê, rojên ku derketine derve qedexe bûye, ceza li 39 hezar û 146 kesî birîne.
Wezaretê diyar kiriye ku welatî bi giştî li gor biryarên qedexeyê tevgeriyane:
“Ji 7ê Kanûna Pêşiyê roja Duşemê û pê de rojên şemî û yekşemê di navbera saet 21.00 û 05.00ê de, ji roja 11ê Kanûna Pêşiyê roja Înê saet ji 21.00ê heta 14ê Kanûna Pêşiyê roja Duşemê saet 05.00ê, li gorî xalên peywendîdar ên Qanûna Tenduristiya Gel ya Giştî û Qanûna Cezayan a Tirkan, li 39 hezar û 146 kesan ji ber li gorî biryarên qedexeya derketina derve tevgeriyane ceza hatiye birîn.”
Wezareta Tenduristiyê duh aşkere kiribû ku di 24 saetan de test ji bo 181 hezar û 199 kesan hatiye çêkirin. 26 hezar û 919 kes bi Covid-19ê ketine, 5 hezar û 103 kes ji van weke “nexweş” hatine qebûlkirin, 218 kes jî ji ber Covid-19ê mirine.
Li gorî biryara Wezareta Karûbarên Nawxweyî nava hefteyê di navbera saetên 21.00ê û 05.00ê de derketina ji derve qedexe ye.
Rojên şemî û yekşemê jî roja înê ji saet 21.00ê heta roja duşemê saet 05.00ê heman biryar pêk tê. (AS/FD)