Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Dr. Şeyhmûs Gokalp, Endamê Lijneya Bilind a Rûmetê ê Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) û endamê bere yê Desteya Navendî yê heman saziyê di 23yê Çiriya Paşiyê de hate girtin, Çavdêrîxaneya ji bo Parastina Mafparêzan name ji Serokomariyê, Wezareta Dadê, Wezareta Karûbarên Navxweyî û nûnerên Tirkiyeyê yên li Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropayê şandiye.
Rêxistina Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanî (OMCT) û Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî (FIDH) saziya navborî ava kirine.
Çavdêrîxaneyê girtina Dr. Şeyhmûs Gokalpî şermezak kiriye û gotiye ku bil Gokalp û hemû mafparêz azad bibin.
“Neheqiyan bidawî bikin”
Rêxistinê daxwazên xwe wiha rêz kirine:
* Parêzbendiya laşî û tenduristiya psikolojik ya mafparêzan biparêzin.
* Hemû neheqiyên darazî bidawî bikin.
* Bi destê Yaseya Dijterorê êdî mixalefetê bêdeng nekin û xebatên mafên mirovan ne çewisandin.
* Li gorî hemû bendên Belavoka Mafparêzan a Neteweyên Yekgirtî tevbigerin.
* Li gorî wan dokumanên navnetewî tevbigerin ku Tirkiye jî yek ji aliyên wan e.
(SO/FD)