Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 201 hezar û 219 kesan hatine kirin û di encamê de testa 33 hezar û 198 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 6 hezar û 593 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 211 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 245 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 882 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 552 hezar û 304 e. Her weha 15 hezar û 314 kes mirine. 441 hezar û 515 kes jî baş bûne. (EKN/AY)