Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) roja Çarşemê piştî nîvroyê, di hejmara nexweşên ku ji ber Covîd-19ê rakirine nexweşxaneyê de rekorek nû şikandiye. Ev hijmar cara yekeme ji 100 hezarî derbas bûye û DYAyê di dawîya rojê de di rêjeya mirinan ya rojane de jî rekorekî nû şikandiye.
Li gorî daneyên New York Tîmesê li DYAyê di rojekê de 2 hezar û 885 kes ji ber Covîd-19ê mirine û 199 hezar û 988 kes jî pêketine.
Li DYAyê heta niha hêr kêm 13 mîlyon û 999 hezar û 300 kes bi koronayê ketine û 273 hezar û 500 kes jî pê mirine.
Mike Baker, nûçegîhanê NYTê destnîşan kiriye ku li DYAyê di 24 saetan de 2 hezar û 885 kes ji ber Covîd-19ê mirine ev jî tê wê wateyê di her 30 çirkeyî de kesek ji ber nexweşiyê dimire.
Roja Çarşemê Dr. Robert Redfield, Dîrektorê Navenda Pêşîgirtin û Pişkinîna Nexweşiyan(CDC) gotiye, “Tenduristiya gelê vê neteweyê di dîroka xwe de nêzîkî zihmettirîn demê bûye.”(PT/AY)