Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 180 hezar û 312 kesan hatine kirin û di encamê de testa 30 hezar û 110 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 6 hezar û 101 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin. Her hewa 190 kes jî mirine. 4 hezar û 593 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 303 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 506 hezar û 966 e. Her weha 13 hezar û 936 kes mirine. 409 hezar û 320 kes jî baş bûne.
Heta niha 18 mîlyon û 772 hezar û 604 test hatine çêkirin.
Şaredariya Stenbolê: 188 kes ji ber şewbê mirine
Serokatiya Daîreya Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku duh li Stenbolê 421 kes mirine û mirina 188 ji wan ji ber şewbê ye.
Di rojên dawiyê de him Wezareta Tenduristiyê him jî Serokatiya Daîreya Goristanan a IBByê daneyên nakok diweşînin.
Li gorî her du saziyan hejmara miriyan wiha ye:
22yê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 139 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 186 kes mirine
23yê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 153 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 201 kes mirine
24ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 161 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 211 kes mirine
25ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 168 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 203 kes mirine
26ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 177 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 179 kes mirine
28ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 182 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 173 kes mirine
29ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 185 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 173 kes mirine
30ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 188 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 213 kes mirine
1ê Kanûna Pêşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 190 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 188 kes mirine
(EKN/AY)