Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 176 hezar û 656 kesan hatine kirin û di encamê de testa 31 hezar û 219 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 6 hezar û 514 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin. Her hewa 188 kes jî mirine. 4 hezar û 485 nexweş baş bûne û rewşa 5 hezar û 190 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 500 hezar û 865 e. Her weha 13 hezar û 746 kes mirine. 404 hezar û 727 kes jî baş bûne.
Şaredariya Stenbolê: 213 kes ji ber şewbê mirine
Serokatiya Daîreya Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku duh li Stenbolê 421 kes mirine û mirina 213 ji wan ji ber şewbê ye.
Di rowên dawiyê de him Wezareta Tenduristiyê him jî Serokatiya Daîreya Goristanan a IBByê daneyên nakok diweşînin.
Li gorî her du saziyan hejmara miriyan wiha ye:
22yê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 139 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 186 kes mirine
23yê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 153 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 201 kes mirine
24ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 161 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 211 kes mirine
25ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 168 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 203 kes mirine
26ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 177 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 179 kes mirine
28ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 182 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 173 kes mirine
29ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 185 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 173 kes mirine
30ê Çiriya Paşiyê
Wezareta Tenduristiyê: Li seranserê Tirkiyeyê 188 kes mirine
IBB: Tenê li Stenbolê 213 kes mirine
(EKN/FD)