Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de encama testa 29 hezar û 281 kesî pozîtîf derketiye ji wan 6 hezar û 439 kes nîşaneyên nexweşiyê lê peyda bûne. 185 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 13 hezar û 558an. Her weha 3 hezar û 291 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 168 hezar û 212 kesan hatiye kirin.
Heta niha 18 mîlyon û 415 hezar û 636 test hatiye çêkirin. 494 hezar û 351 kes bi nexweşiyê ketine û 13 hezar û 558 kes jî pê mirine.
Heta niha 400 hezar û 242 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 3.4e û hejmara nexweşên giran jî 5 hezar û 11ye.(RT/AY)