Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 6 hezar û 814 kesên din peyda bûye. 168 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 12 hezar û 840an. Her weha 3 hezar û 911 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 164 hezar û 547 kesan hatiye kirin.
Heta niha 17 mîlyon û 733 hezar û 520 test hatiye çêkirin. 467 hezar û 730 kes bi nexweşiyê ketine û 12 hezar û 840 kes jî pê mirine.
Heta niha 385 hezar û 480 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 3.4e û hejmara nexweşên giran jî 4 hezar û 641e.
Wezîr Koca: Testa 28 hezar û 351 kesî pozîtîf derketiye
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê duh civîna çapemeniyê pêkaniye û hejmara nexweşan a rojane aşkere kiriye. Koca di civînê de diyar kiriye ku duh hejmara pêketiyan 28 hezar û 351 bûye û weha gotiye, “ Ev hejmar ya hemû kesên ku testa wan ya PCRyê pozitîf derketî ye, ya kesên ku nexweşî lê tesir dike û nake ya hemûyane.”
(EKN/AY)