Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IBB) li ser daxwaza Lijneya Şêwirmendan a Zanistî ya IBByê, ji bo pêşî li belavbûna vîrusâ koronaya nû ango Covid-19ê bigirin, hin tedbîrên nû aşkere kirine.
IBByê di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye kul i gorî daxuyaniyên Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê nexweşî herî zêde li Stenbolê belav dibe û hejmara miriyan jî di asta bilindtirîn de ye.
Ji ber vê rewşê jî wan hin biryar dane.
Li gor van biryaran wê, kursên Navendên Hînbûna Heta Hetayê (ISMEK) yên rûbirû destpê nekin. Dersên online wê ji bo hin beşan pêk werin.
* Wê hawizên avjeniyê yên IBByê werin girtin.
* Navendên Çandê wê girtî bimînin.
* Bernameyên hunerî yên li salonên sergirtî û yên wê temaşevanên wan hebin, wê online pêk werin.
* Hemû muzexaneyên IBByê yên sergirtî wê werin girtin.
Tedbîrên ku hatine standin wê ji 19ê Çiriya Paşiyê û pê de werin pêkanîn. (EMK/FD)