Fotograf: Esra Bilgin, Onur Çoban - İstanbul / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li ser biryara Wezareta Karûbarên Navxweyî, Walîtiya Stenbolê ji îro pê ve kişandina cigareyê li qadên wekî kuçe û kolanên ku ji çûnûhatinê re qedexe ne û sekinandina wesayîtên cemawerî qedexe kiribû.
Tîmên Midûriyeta Polîsan a Navçeya Beyoğluyê û Midûriyeta Şûbeya Tûrîzmê drone li Qada Taksimê û Kolana İstîklal rakirine û mirov bi daxuyanîyên tirkî û ingilîzî hişyar kirine ku guh bidin tedbîrên COVID-19ê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolu, tîmên ku maske dan kesên bê maske û 900 lîreyên tirkan cezayê pereyan li cixarekêşan birine.
Polîsan li navçeyên Esenyurt, Bakirkoy, Zeytinburnu û Gungorenê jî rewş kontrol kirine. (AS/VU/FD)