Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên derbarê nexweşîya Covid-19ê de weşandiye.
Wezaretê ragihandiye ku di van 24 saetên dawî de 145.989 testên nû hatine kirin, 2.693 nexweşên nû hatine tespitkirin, 86 kes mirine û 2.112 nexweş jî ji nexweşîyê rihet bûne.
Li gor ragihandina Wezaretê, bi tevahî hejmara nexweşan bûye 402.053 û hejmara mirîyan jî bûye 11.145.
Ji van nexweşan rewşa 3.095 kesan giran e û li %4,2 kesan jî nexweşîyê giran kiriye bûye zatûre. Bi tevahî hejmara kesên ji nexweşîyê rihet bûne, bûye 344.613 kes.
Li gor zanyarîyên hatine ragiihandin di tevahîyê Tirkîyeyê de rêjeya tijîbûna nivînên nexweşan %53,5; rêjeya tijîbûna cihê lênêrîna awarte %69,9; rêjeya tijîbûna ventilatoran %34,9 û rêjeya filyasyonê jî %99,7 e. Tespîtkirina kesên temaskirî jî teqrîbî 12 saet e.
Kesên ku elametên nexweşîyê bi wan re hebin tene tê hejmartin
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristiyê di civîna çapemenîyê ya şeva 30ê îlona 2020an de ragihandibû ku ew her kesên ku encama testa wan pozîtîf derdikeve ji nexweşên rojane nahesibînin, tene kesên ku elametên nexweşîyê bi wan re heye dihesibînin.
Di tabloya rêjeya rojane ya Covid-19ê ya Wezareta Tenduristîyê de heta 29ê Tîrmehê jî îfadeya ‘’Hejmara weq’ayan a rojane’’ dihate bikar anîn paşî ev îfade bi ‘’Hejmara nexweşan a rojane’’ hate guherandin. (EKN/VU/FD)