Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 516 kesên din peyda bûye. 84 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 10 hezar û 887an. Her weha 2 hezar û 18 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 141 hezar û 944 kesan hatiye kirin.
Heta niha 15 mîlyon û 127 hezar û 811 test hatiye çêkirin. 395 hezar û 255 kes bi nexweşiyê ketine û 10 hezar û 887 kes jî pê mirine.
Heta niha 338 hezar û 239 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 4.7e û hejmara nexweşên giran jî 2 hezar û 740e. (RT/AY)