Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 311 kesên din peyda bûye. 81 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 10 hezar û 639an. Her weha hezar û 714 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 146 hezar û 28 kesan hatiye kirin.
Heta niha 14 mîlyon û 700 hezar û 951 test hatiye çêkirin. 386 hezar û 820 kes bi nexweşiyê ketine û 10 hezar û 639 kes jî pê mirine.
Heta niha 332 hezar û 379 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 4.7e û hejmara nexweşên giran jî 2 hezar û 564e. (EKN/AY)