Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Girtîgehan de (CISST) di rapora xwe ya nû de li ser giliyên girtiyan ên derbarê dema şewba Covid-19ê de diyar kiriye.
Rapor di encama serdanên ku di navbera 15 û 30ê Çiriya Pêşiyê de hatine kirin, hatiye nivîsandin.
Li gor vê raporê hin xalên ku girtiyan ragihandine ev in:
- Di destpêka şewbê de girtîgeh her ji serê carekê û birêkûpêk dihatin dezenfektesirin lê di demen dawî de ev kêm bûye, hin qawîş hene ku ev 6 meh in nehatine dezenfektekirin.
- Li gelek kêm girtîgehan kelûpelên dezenfektanê li korîdoran hatine danîn.
- Li dîwarên qadên hevbeş ên hin girtîgehan û korîdorên wan alava dezenfektanê hatiye danîn.
- Li hin girtîgehan ji ber pencereyen qawîşan gelekî biçûk in, zede hewa nakeve hundir.
- Li hin girtîgehan gardiyan pabendiyê bi tedbîran nakin û bêyî navberê bixe navbera xwe û girtiyan li ser girtiyan û li qawîşan lêgerînê dikin.
- Li hin girtîgehan pediviyên bingehîn ên weke rojname, radyo, tv, pirtûk û semawer li beşên karantînayê nadin girtiyan.
- Li hin girtîgehan rêveberiya girtîgehê kelûpelên dezenfektanê belaş didin lê li hin girtîgehan belaş nadin.
- Kelûpelên belaş tên belavkirin têrê nakin.
- Li hin girtîgehan maskeyan didin kesên bi telefonê diaxivin, lê li hin girtîgehan digel girtî daxwazê dikin maskeyan nadin wan.
- Li hin girtîgehan li kantînan maske nayên firotin, girtiyên dixwazin bi pereyan bikirin jî ev daxwaza wan pêk nayê.
- Li hin girtîgehan kelûpelên hijyen û paqijiyê naxin qedemgehan.
- Serşok gemarî ne.
- Lawabo kêm in.
(AS/FD)