Fotoğraf: Halîs Akyildiz - Stenbol / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Alî Yerlîkaya, Walîyê Stenbolê îro daxuyaniya çapemenîyê pêkaniye. Di daxuyaniyê de tedbîrên nû yên pandemiyê ji bo Stenbolê aşkere kiriye û gotiye, “Divê êdî em werin ser hişê xwe”
Li gor tedbîran ji karmendên dewletê yên salê wan 60 û li serê, kesên nexweşiyên wan yê kronik hene, kesên ducanî û jinên ku zarokên wan yên salên wan di bin 10î de hene wê weke destura îdarî girtine were nirxandin.
Karmendên ji dewletê re kar dikin yên din jî wê heftane bi awayê bi dorvegerî kar bikin.
Yerlîkayayî weha gotiye, “Di tevahî sektoran de de 5 mîlyon û 300 hezar karmend hene. Ji 3 mîlyonî zêdetir kes di kerten taybet de kar dikin.”
“ Di pîşesaziyê de milyon û 200 hezar karmendên me hene. Kesên ku di pîşesaziyê de kar dikin, di saet 07.00ê sibê de wê dest bi kar bikin. Ev biryarana wê di 9ê Çiriya Paşiyê pê ve dê were pêkanîn.(AS/AY)