Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Îzmîrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiyên ji ber erdhejê rûxîyabû bi dawî bûne. Erdhej bi pileya 6,9ê di 30ê Çiriya Pêşiyê de li Seferhîsarê, navçeya Îzmîrê pêk hatibû.
Mehmet Gulluoglû, Serokê AFADê vê sibê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û weha gotiye:
“Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe temam kirine. Em spasiya kesên ku ked dane xebatan û weke xwebexş di xebatan de cîh girtine, dikin. Em xebatên xwe yên derbarê mijarên din de bi serqalî didomînin.”
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Lezgîn ya Wezareta Karûbarên Nawxeyî (AFAD) ragihandiye ku li piştî erheja 30ê Çiriya Pêşiyê ya li Îzmîrê hejmara miriyan gîhaştiye 114an.
Ji hezar û 35 kesên ku di erdhejê de birîndarbûne, 898 kes baş bûne û dermankirina 137 kesan hîna didome.
Heta niha hezar û 713 erdhej çêbûne
Li gorî daxuyaniyê Ji roja 30ê Çiriya Pêşiyê ya ku erdhej pêk hatibû heta niha hezar û 713 erdhejên din çêbûne. Pileya 45ên van erdhejan ji 4an bilindtir bûye.
Resetxaneya Kandilliyê pileya erdhejê weke 6,9, AFADê weke 6,6 pîva bû.(TP/AY)