Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 343 kesên din peyda bûye. 79 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 10 hezar û 481an. Her weha hezar û 817 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 146 hezar û 247 kesan hatiye kirin.
Heta niha 14 mîlyon û 410 hezar û 507 test hatiye çêkirin. 382 hezar û 118 kes bi nexweşiyê ketine û 10 hezar û 481 kes jî pê mirine.
Heta niha 328 hezar û 824 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 4.7e û hejmara nexweşên giran jî 2 hezar û 386e. (EKN/AY)