Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 106 kesên din peyda bûye. 74 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 10 hezar û 326an. Her weha hezar û 515 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 123 hezar û 343 kesan hatiye kirin.
Heta niha 14 mîlyon û 125 hezar û 157 test hatiye çêkirin. 377 hezar û 473 kes bi nexweşiyê ketine û 10 hezar û 326 kes jî pê mirine.
Heta niha 325 hezar û 486 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.0e û hejmara nexweşên giran jî 2 hezar û 177e. (RT/AY)