Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentoya Îspanyayê, ji ber vîrusa Covîd-19ê di 25ê Çiriya Pêşiyê de Rewşa Awarte(OHAL) ragihandibû. Parlamentoyê dema OHALê heta 9ê Gulana 2021an dirêj kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Salvador Îlla, Wezîrê Tenduristiyê yê wî welatî gotiye, “Dem, dema sistkirina tedbîran nîne. Li pêş me mehên zihmetir hene”
İllayî diyar kiriye, zivistaneke dirêj û ji salên cûdatir li benda me ye û weha gotiye “Rewşa Awarte pêwîst bû ji ber ku em bi rewşeke metirsîdar re rû bi rû ne.”
Li Îspanyayê li gorî yasayan dema OHALê herî zêde 15 rojin. Li dîroka demokrasiya wî welatî de cara yekeme bi pesendkirina parlamentoyê OHAL 6 mehan tê ragihandin.
Li gorî daneyên worldometerê li Îspanyayê heta niha milyon û 238 hezar û 922 kes bi vîrusa Covîd-19ê ketine û 35 hezar û 639 kes jî pê mirine.
Li Îspanyayê heta niha roja ku herî zêde kes bi nexweşiyê ketine îro ye. Îro 23 hezar û 580 kes bi Covîd-19ê ketine û 173 kes jî pê mirine.(EKN/AY)