Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 894 kesên din peyda bûye. 74 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 9 hezar û 445an. Her weha hezar û 512 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 116 hezar û 565 kesan hatiye kirin.
Heta niha 12 mîlyon û 641 hezar û 126 test hatiye çêkirin. 351 hezar û 413 kes bi nexweşiyê ketine û 9 hezar û 445 kes jî pê mirine.
Heta niha 306 hezar û 939 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.6e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 545e. (EKN/AY)