Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 2 hezar û 26 kesên din peyda bûye. 75 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 9 hezar û 371an. Her weha hezar û 424 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 116 hezar û 249 kesan hatiye kirin.
Heta niha 12 mîlyon û 524 hezar û 561 test hatiye çêkirin. 349 hezar û 519 kes bi nexweşiyê ketine û 9 hezar û 371 kes jî pê mirine.
Heta niha 305 hezar û 427 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.6e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 447ye. (EKN/AY)