Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzer Aytaç Unsalî qebûl kiriye ku dest ji çalakiya xwe ya rojiya mirinê berde û doktorên serbixwe wî derman bikin.
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind di 1ê Îlonê de biryara tehliyekirina Unsalî daye. Lê biryar piştî sê rojan, di 3yê Îlona 2020an de ji 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re û Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoyê re hatiye şandin. Biryar duh hatibû bicihkirin û Unsal ji nexweşxaneya ku lê dihate girtin derketibû.
Derketiye holê ku bi vê biryarê re Dadgeha Bilind biryara xwe ya derbarê 20 parêzerên dihatin dadgehkirin de pesend kiriye. Di vê dosyayê de 159 sal cezayê girtîgehê li 18 parêzeran hatibû birîn.
Nermîn Unsal, parêzer û dêya Aytaç Unsalî jî ji bianetê re got ew ji wê gotinê fam dikin ku dosya hatiye pesendkirin. Lê ji ber hîna li Programa Tora Darazê ya Netewî (UYAP) nehatiye barkirin.
Îro li Stenbolê, li avahiya Buroya Hiqûqê ya Gelî bi beşdariya Serokên Baroyan û parlamenteran civîneke çapemeniyê li dar ketiye ku Unsal jî parêzerê heman buroyê ye.
Ozkan Yucel, Serokê Baroya Îzmîrê li vir gotiye ku Aytaç Unsalî dermankirin qebûl kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku heke Dadgeha Bilind beriya niha bi 10 roj an ev biryar bida wê Ebrû Tîmtîk jî can neda.
Parêzer Ebrû Tîmtîk roja 27ê Tebaxê, di 238em roja xwe ya çalakiya rojiya mirinê de can dabû. Tîmtîk û Unsal ji bo dadgehkirina adil dest bi rojiya mirinê kiribûn. (AS/FD)