Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetguzariya Civakî (SES) ya Enqereyê aşkere kiriye ku ji 1ê Hezîranê, piştî biryara “asayîbûnê” ya hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) 500 karker dest ji kar berdae.
SESê diyar kiriye ku ji ber tedbîr ji bo têkoşîna bi koronavirusê nehatine wergirtin û daxwazên wan nehatine qebûlkirin kedkarên tenduristiyê dest ji kar berdidin, teqawid dibin an jî destûrnameyên bê pere werdigirin û diçin betlaneyê.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li Enqereyê her roj hejmara pêketiyên koronayê derdora 2 hezarî ye. Dîsa hatiye gotin ku ji bilî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Onkolojiyê ya Abdurrahman Yurtaslanî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nexweşiyên Jin, Jidayikbûn û Zarokan a Dr. Samî Ûlûsî li hemû nexweşxaneyên din nexweşên Covid-19ê hene.
SESê daye zanîn ku li Enqereyê hejmara nexweş an bi gumana nexweşiyê 3 hezar û 700 e û nêzîkî 650 nexweş li beşên nexweşiyên giran tên dermankirinn. Dîsa Sendîkayê gotiye ku li Enqereyê her roj zêdetirê 20 kesan dimirin. (TP/FD)