Fotograf. Euronews Tirkî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî Li Bruksela paytextê Belçîkayê, parêzerên belçîkayî, bi mebesta destekkirina parêzerên girtî yên di rojîya mirinê da ne Ebru Timtikê û Aytaç Unsalî li ber Balyozxaneya Brukselê ya Tirkîyeyê çalaki pêkaniye. Nêzî 10 parêzerên belçîkayî ku dozê ji nêz ve dişopînin gotine ku wan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Parêzer Sibylle Gioe, Endama Baroya Liegeyê ku doza li Tirkîyeyê dişopîne, ji Euronews Tirkîyeyê re gotiye, “Îro deh parêzer dest bi greva birçîbûnê dikin. Me biryar dane ku em Ebru Timtikê û Aytaç Unsalî bi vî awayî destek bikin. Ebru û Aytaç, bixwe jî di greva birçîbûnê da ne lewra rejim miemeleyeka xerab li wan dike, danişîn ne adil in, bi sûcên giran ew avêtin girtîgehê, tekane tiştê ew dixwazin darizandineka dadî ye. Di nav yên ku çalaki li dar xistine da sazîya Avocats.be jî heye ku li herêmên frankafon û alman yên Belçîkayê 8 hezar parêzerî temsil dike. Xavier Van Gils, Serokê Avocats.beyê ji Euronewsê re axiviye û weha gotiye: “Li ku derê cîhanê be, gava bûyerek diqewime ku parêzeran ji nêz ve eleqedar dike, em bi hestên piştevanîyê hewce dibinin ku bicivin. Tiştên li Tirkîyeyê diqewimin, nişan didin ku di demokrasîyan da rola parêzeran çiqasî girîng e. Andy Vermaut, Endama sazîya International Alliance for Rights and Freedomê jî gotiye, “Em bi gelî maf û azadîyên bingehîn diparêzin. Em dixwazin ku ew parêzer demildest bên berdan. Ewropa çima bêdeng dimîne? Erdogan hemû mihalif weke terorist îlan kiriye. Pêwîst e Ewropa û Tirkîye ji bo dewleteka hiqûqê ya serbixwe ya bi hev re bixebitin.”(AS/AY/FD)