Fotograf: ANHA
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê îro daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku ji ber belavbûna nexweşiya Covid-19ê wan dema qedexeya derketina derve heta 27ê Tebaxê dirêj kiriye.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Rêveberiyê di daxuyaniyê de wiha gotiye: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine zêde bûye, bi armanca parastina sivîlan, pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê ev biryar dan:
* Qedexeya derketina derve ku di 6ê Tîrmehê de hatibû ragihandin, wê hefteyeke din jî anku ji roja pêncşemê 20-8-2020an heta 27-8-2020an dewam bike.
* Tevî aliyên ku di biryara qedexeya cara yekemîn de neketibûn ber qedexeyê, xwediyên dikanên pevguherandina pereyan rojên yekşem û çarşemê ji 8ê sibê û heta 6ê êvarê dikanên xwe vekin.
* Dikandarên sînaa ji saetên sibê heta 6ê êvarê dikarin dikanên xwe vekin.
* Divê tevahiya dikandaran lepik û maskan li xwe bikin, li hundirê dikanên xwe kombûnê çênekin, lê heke biryar binpê kirin dê dikanên wan werin girtin.”
34 kesên din bi vîrusê ketine
Dr. Ciwan Mistefa Hevserokê Desteya Tenduristiyê aşkere kiriye ku 34 kesên bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine. Li gor heman daxuyaniyê li Hesekê 13, li Qamişloyê 11, li Dêrikê 5, li Amûdê 4, li Girkê Legê kesek nexweş ketiye.
Mistefayî daye zanîn ku kesên bi nexweşiyê ketine 21 jê mêr in û 13 jî jin in.
Her wiha Ciwan Mistefa bi bîr xistiye ku 8 kesên din baş bûne û bi vê hejmarê heta niha 36 nexweş baş bûne.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 253 kes bi vîrusê ketine û 15 kes jî mirine. (FD)