Fotograf: ANHA
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ragihandiye ku 14 kesên din bi Covid-19ê ketine.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) 8 jê mêr û 6 jî jin in.
Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotiye ku 8 nexweş li Qamişloyê, 3 li Dêrikê, 2 li Amûdê
û yek jî li Kobanê ye.
Mistefayî destnîşan kiriye ku du nexweşên din baş bûne, bi vê yekê hejmara nexweşên ku ji pandemiyê baş bûne gihaştiye 28 kesan.
Li gorî daneyên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 219 kes bi Koronavîrusê ketine, 15 nexweş baş bûne û nexweşek jî miriye.
Bikaranîna maskeyan wê mecbûrî be
Di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji Coid-19ê de, Rêveberiya Xweser biryara hejmar 93 ya taybet bi bikaranîna maskeyan ragihandiye.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Rêveberiya Xwesed diyar kiriye ku kesên maskeyan girê nendin, wê bêne cezakirin.
Li gorî wê biryara Rêveberiya Xweser, welatî neçar in li cihên giştî, bazar û dezgehan maskeyan bikar bînin.
Rêveberiya Xweser destnîşan kiriye ku ji îro ve hemû welatî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, maskeyan deynin û rêkarên xweparastinê li cihên giştî û bazar û dezgehan cîbicî bikin.
Herwiha hatiye ragihandin, eger kesek pabendî biryarê nebe û maskê daneyne, dê bi hezar Lîreyê Sûrî were cezakirin. (FD)