Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û yek kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 382an. Her weha hezar û 156 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 46 hezar û 492 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 4 milyon û 21 hezar û 947 kesan çêkirine. 214 hezar û yek kes nexweş ketine. 5 hezar û 382 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 223 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 402, ya nexweşên baş bûye 195 hezar û 671e. (EKN/AY/FD)