Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Sarûhan Olûç û Meral Daniş Beştaş, Wekîlên Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li parlamentoyê, daxuyaniyeke nivîskî belav kirine û tê de gotine ku parlamentereke wan bi Covid-19ê ketiye.
Wekîlên Serokê Fraksiyona HDPyê di wê daxuyaniyê de destnîşan kirine, roj bi roj metirsiya belavbûna vîrusa Covîd-19ê li parlamentoyê zêde bûye. Hatiye diyarkirin, li parlamentoyê li wê qata ku Koma HDPyê ye, testa Covîd-19ê ya karmendekî paqijkirinê pozîtîv derketibû.
Li piştî vê yekê biryar hatiye dayîn ku ji bo karmend, şêwirmend û parlamenteran testa Covîd-19ê bê kirin û hatiye gotin, di encama testên di vê çarçoveyê de hatine kirin de testa parlamentereke HDPyê jî pozîtîv derketiye.
Derbarê rewşa parlamenter de jî HDPyê ragihandiye, “Ew niha di jêr çavdêriya doktoran de ye, rewş ber bi başbûnê ve diçe”.
HDPyê navê parlamenterê ku bi Covîd-19ê ketiye aşkere nekiriye. (EMK/AY/FD)