Hewlêr. Foto: Bilind Tahir
Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, çend roj berê karmendekî dîwana parlamentoyê bi nexweşiya covid-19ê ango koronayê ketiye. Piştî vê rewşê, Desteya Serokatiya Parlamentoyê biryar daye ku test ji bo hemû endam û karmendên parlamentoyê bê kirin.
Parlamento ji bo 14 rojan çalakiyên xwe rawestandiye û endamên parlamentoyê wê bên karantînekirin.
Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz ji tevahiya wan kes û endamên parlamentoyê kiriye, ku testên xwe yên koronayê bikin.
Di vê navberê de Serokê Dadgeha Hewlêrê, Dadwer Îbrahîm Xoşnawî aşkere kiriye ku, “Du dadwerên Dadgeha Hewlêrê bi koronayê ketine.”
Serokê Dadgeha Hewlêrê gotiye ku tevahiya karmend û stafa Dadgeha Hewlêrê dê bêne kerentînekirin.
Heta niha 30 kes mirine
Li Herêma Kurdistanê heta niha hezar 709 kes bi vîrusa nû ya koronayê ango COVID-19ê ketine û ji wê hejmarê 551 kes baş bûne û 30 kes jî mirine.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê diyar kiriye, %58 ji tûşbûyên koronayê yên li Herêma Kurdistanê mêr û %42 jî jin in.
Rêjeya herî zêde ya pêketinê jî li parêzgeha Silêmaniyê ye, ku heta niha hezar û 67 kes li wê parêzgehê tûşî koronayê bûne. (AY/FD)
*Çavkanî: Rûdaw