Fotograf: Bilind Tahir
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kiriye ku, di berdewamiya pişkinînên bo destnîşankirina nexweşên koronayê de, 5 kes li Helebceyê, 26 kesên din jî li Hewlêrê bi vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê ketine.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, du ji pêketiyên nû mêr, zarokek û du jî jin in.
Wezaretê diyar kiriye, ku 3 kes ji pêketî peywendiya wan ligel nexweşên berê yên koronayê hebûne û du kesên din jî bêyî ku ti peywendiya wan ligel tûşbûyan hebûbin, bi vîrusê ketine.
Li parêzgeha Helebceyê heta niha 27 kes bi vîrusa Covid-19ê ketine, ku 22 kes ji wan baş bûne.
Li Hewlêrê jî 26 kesên din nexweş ketine
Li gor daxuyaniyê, pêketiyên nû zarokek û 25 mêr in.
Wezaretê îro di daxuyaniyekê de her weha diyar kiriye ku li sînorê parêzgeha Hewlêrê 26 kesên din bi vîrusê ketine. Ev kes xelkê qezaya Koyê ne.
Herwiha li aliyekê din, peymanêrê Rûdawê li Silêmaniyê ragihandiye, li gor zanyariyên ji nav nevxweşxaneya taybet bi koronayê ve, pêketiyeke din ê koronayê li Silêmaniyê miriye.
Li seranserê Herêma Kurdistanê, heta niha hezar û 606 kes bi vîrusa koronayê ketine, ku 29 kes ji wan canê xwe ji dest dane û 542 kes jî baş bûne. (FD)
Çavkanî: Rûdaw