Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî pêşbîniyên Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî (IRC) ku xwe dispêrin senaryoyên mudaxeleyê yên potansiyel, dê hejmara nexweşên vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li tevahiya cîhanê di navbera 500 milyon û milyarekê de bin.
Li gorî vê senaryoyê, li tevahiya cîhanê ji ber vîrusê dê di navbera milyon û 700 hezar û 3 milyon û 2 hezar kes bimirin.
Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî di sala 1933yan de bi xwesteka Albert Einsteinî ji bo armanca alîkariya mirovî, alîkarî û pêşveçûnê wek saziyeke civaka sivîl hatiye avakirin û wek Komeleya Piştevaniyê ya Navneteweyî dest bi xebatên xwe kiriye.
"Pêwîst e ev hejmar bibin banga hişyarkirinê”
Analîza nû ya IRCyê îdîa dike ku cîhan ji bona kêmkirina belavbûna Covid-19ê, hefteyên pêşîya me, hewldanên bilez neke, ew dê van hejmaran bibîne.
Serok û CEOyê Lijneya Rizgarkirinê ya Navneteweyî David Miliband, derbarê raporê da wiha axiviye: “Pêwîst e ev hejmar banga hişyarbûnê bin: Giraniya tam, hilweşêr û bêhevta dê li wan welatên cîhanê xuya bibin ku lawaztirîn in û ji ber şerê navxweyî xisar dîtine.”
Pêşbînî xwe dispêrin daneyên RTCyê
Texmînên pêşîn ên IRCyê, xwe dispêrin modelkirina epîdemîyolojîk û daneyên Imperial College London û Rêxistina Tenduristiêyê ya Cîhanê (RTC).
Ev model li gorî awayê temenê welatên cûda, mezinbûna malbatê, qalibên pêwendiya civakî û rêjeya mirinê ya şewba destpêkê ya li Çînê tê amadekirin.
Hejmarên nexweşên welatên kêm pêşketî
Wezîrê Kevin yê Karên Derve yê Îngiltereyê Miliband dibêje “Hewce ye, hikûmet, di warê tevgerên lezgîn de bi hev re bixebitin da ku astengan ji holê rakin.”
Li gelek welatên peşkevtî hejmara fermî ya mirî û nexweşên Covîd-19ê kêm tê dîtin. Tê bawerkirin ku rêjeya hejmara rast wê ji ya fermî zêdetir be. (PT/AY/FD)