Fotograf: Jan Tomas / Aftenposten
Bi hezaran penaber ji ber şert û mercên Kampa Moriayê ya li Girava Lesvosê (Midilli) ya Yewnanistanê çalakiyeke protestoyî li dar xistine. Penaberan gotine ku “Ewlehiya wan li dijî şewba Covid-19ê nîne.”
Du penaberên ku hatiye îdakirin derketine ji derveyî kampê bi guleyan hatine birîndarkirin.
Penaberan diyar kirine ku ew bi nexweşiya Covid-19ê ango koronavisurê re rûbirû hatine hiştin û dixwazin wan bişînin ser erda Yewnanistanê. Xwenîşander bêhtir penaberên efrîkî bûne û gotine ku koronavirus ji bo hemû kesên li kampê dimînin tê wateya mirine. Her weha hikûmet jî bi wî tiştî töhmet kirine ku tedbîran nastîne.
Penaberan destnîşan kirine ku heke nexweşî li kampê belav bibe wê bibe sedema qetlîamê. Li kampa ku têrî 3 hezar mirovan dike, niha nêzîkî 20 hezar penaber tên girtin. Penaber dixwazin kamp bê valakirin.
Piştî çalakiya protestoyî, rayedarên yewnanî gotine ku wan 2 hezar û 300 ixtiyar û kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene şandine li ser axa Yewnanistanê. Ev kes weke kesên li dijî koronavisurê parastina wan gelekî lawaz hatine penasekirin. Roja şemiyê jî wê hezar û 500 kesên din bên şandin.
Di vê navberê de şeva çarşemê du penaber, yek îranî û yek jî afganî, rastî êrîşeke çekdarî hatine. Êrîş li nêzîkî kampê pêk hatiye. Her du penaber bi sivikayî birîndar bûne. Ew rakirine nexweşxaneyê. Kesên ku êrîş pêk anîne nehatine zeftkirin. (HA/FD)
Çavkanî: greekreporter.com