New York. Foto: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) ketine ji 2 milyon û 565 hezarî derbas bûne. Hejmara kesên ji ber vîrusê mirine jî ji îro pê ve gihaştiye 177 hezar û 789an.
Li Tirkiyeyê li gor zanyariyan heta niha testa 713 hezar û 409 kesan hatiye çêkirin. Hejmara pêketiyan gihiştiye 95 hezar û 591ê. Hejmara miriyan gihiştiye 2 hezar û 259an. Hejmara nexweşên ku di beşa nexweşiyên giran de ne bi giştî 1865 e. Yên girêdayî ventîlatorê jî bi giştî 1006 in, heta niha 14 hezar û 918 nexweş baş bûne.
Li DYAyê li pêş morga ku bi konteyniran hatiye çêkirin, gul hatiye danîn
Li New Yorka DYAyê li nêzîkî Nexweşxaneya Brooklynê morg bi konteynirê hatiye çêkirin. Ji bo bîranîna miriyan gul li pêş morgê hatiye danîn.
Li DYAyê di 24 saetên dawî de hejmara kesên bi vîrusa Covîd-19ê mirine bi zêdebûna 1684 kesan ve gihaştiye 42 hezar û 374an.
Li gor agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsî li DYAyê di 24 saetên dawî de hejmara kesên bi vîrusê ketine bi zêdebûna 28 hezar û 174 kesan ve gihaştiye 787 hezar û 960an. Her weha hejmara kesên bi vîrusa Covîd-19ê mirine jî bi zêdebûna 1684 kesan ve gihaştiye 42 hezar û 374an. Li nêzîkî Nexweşxaneya Brooklynê morga bi konteynirê hatiye çêkirin.
Çîn: Nayê wê watêyê ku çavkaniya Covîd-19ê em in
Li gor daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî a Çînê di 24 saetên dawî de li wî welatî 30 kes bi vîrusê ketine û ji wan 23 ji derveyê welatin.
Huang Ping, Serkonsolê New Yorkê yê Çînê di merasîma kel û pelên tenduristiyê yê ku welatê Çînê ji bo DYAyê şandibû de derbarê gengeşîyên vîrusê de gotibû " Ne dema gef xwarinê ye, dema piştevaniyê û hevkariyê ye. "
Her weha hukumeta Çînê gotiye, derketina virusa Covîd-19ê li bajarê Wuhanê nayê wê wateyê ku çavkaniya vîrusê em in. DYA jî dibeje virüs di laboratûvarekî Wuhanê de hatiye çêkirin û di vir de belav bûye.
Li Fîlîpînan kî aşiyê çêbike dê xelatê werbigire
Li Fîlîpînan kî aşiya Covîd-19ê çêbike dê xelata 10 mîlyon Pesoyê (200 hezar dolar) Filîpînê werbigire.
Li Sîngapûrê karantinaya sînordar dê 4 hefteyê din bidome.
Li Tûnûsê Cejna LagBaOmer ya Cihûyan îsal betal bûye.
Pakistan ji bo tedawîya Covid-19ê dê 9 mîlyon klorokînê bişîne DYA, Erebîstana Siûdî, Îngilistan, Tirkiye, Îtalya, Kazakistan û Qetarê.
Julius Maada Bio, Serokomarê Sîerra Leoneyê ji ber ku di pasewanê wî de Covîd-19 hatiye tespîtkirin, xwe girtiye bin karantînayê.
Li Nîjerê 108 kes ji ber tedbîrên ku hukumetê ji bo vîrusê stendiye protesto kirine hatiye desteserkirin. (PT/AY/FD)