Fotograf: AA/ Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê eşkere kiriye, ku li Girtîgeha Bûcayê ya Îzmîrê, 64 girtiyên din jî bi vîrusa Covîd-19ê ketine.
Serdozgeriye destnîşan kiriye û gotiye, li girtîgehê yekem nexweş di 19ê Nîsanê de hatibû tespîtkirin, li piştî vê li girtîgehê xebateke berfireh hatiye destpêkirin.
Di encama vê rewşê de derketiye holê ku 64 girtiyên din jî bi heman nexweşiyê ketine. Peywendiya nexweşê yekem bi van 64an re çêbûye.
Serdozgeriyê diyarkiriye, girtiyê 70 salî yê nexweşîya dil pê re ye di unîteya nexweşîyên giran de dihate derman kirin, piştî ku rewşa wî baştir bûye, ji wê uniteyê derxistine û gotiye, "Dermankirina 65 girtiyan li nexweşxaneyê berdewam dike. Rewşa tenduristiya wan başe.”
Wezîr Gulî di 13ê Nîsanê de gotibû "nexweş tune"
Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê di 13ê Nîsanê de gotibû, 3 girtî ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine.
Her weha Gulî gotibû di girtîgehên girtî de nexweşên Covîd-19ê nîne. (TP/AY/FD)